Pisporên li Tirkiyê referandûma serxwebûnê nîqaş dikin

Konferansa navbeynakariyê ya ku hewl dide li herêmên şer û pevçûn berdewam dike çareseriyê peyda bike, îsal çaremîn car li Stenbolê hat lidarxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Konferansa navbeynakariyê ya ku hewl dide li herêmên şer û pevçûn berdewam dike çareseriyê peyda bike, îsal çaremîn car li Stenbolê hat lidarxistin.

 Konferansa ku ji 150'î zêdetir welatan bi beşdariya dîplomat, pispor û akademîsyenan hate lidarxistin de di gelek civînande bi taybetî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn hatin nîqaşkirin.

 Proseya serxwebûna Kurdistanê jî yek ji babetên sereke yên konferansê bû. Hin pisporên ku beşdarî di konferansê de kirine piştgiriya xwe bo vê proseyê ragihandin; lê hinekan jî ji ber karvedanên li Tirkiyê gumanên xwe anîn ziman.

 Pisporê Rojhilata Navîn-Akademîsyen-Prof. Abdullah Kiran:

 "Hikûmeta Kurdistanê 25ê İlonê de biçe referandumê, eger hûn helwesta Tirkiyeyê bipirsin bi rasti helwesta Tirkiyê li hemberî referandumê gava ku bi dewletên cîran bi taybeti bi İranê re em rû bi rû bikin ne wisa helwesteke pir hişk e. Tirkiye dixwaze ku vê biryarê beriya ku bihata dayin bi wan re jî bihata şêwirîn."

 Pîsporê Rojhilata Navîn û Akademîsyenê Kurd Prof. Abdullah Kiran di konferansê de balkişand ser pêngavên Kurdistanê û got; Rêveberiya Kurdistanê di nêzîk dem de gelek pêwendiyên girîng yên dîplomatîk saz kiriye û divê piştî referandûma 25ê Îlonê demildest serxwebûna Kurdistanê were ragihandin.

 Pisporê Rojhilata Navîn-Akademîsyen-Prof. Abdullah Kiran:

 "Lê ez di şûna hikûmeta Kurdistanê bim piştî 25ê İlonê madem min hemu dinyaye rakiriye ser piya raya giştiya Dinyaye jî iro wisa kîfşe ku bi vê yeke amade ye, şert û mercên ciranî jî em bêjin ji bo Kurdan baş in, kî di şûna wan de be piştî 25ê Îlonê tafilê wê raste rast serxwebûna xwe îlan bikin."

 Lê belê li gor pisporê Rojhilata Navîn û Akademîsyenê Tirk Talha Kose, derbarê vê mijarê de gelek gumanên Tirkiyê hene.

 Pisporê Rojhilata Navîn-Akademîsyen-Talha Kose:

 "Rojhilata Navîn gelekî tevlihev e û ne diyare ka dê kengî çi çêbe.Tirkiyê bi gumane ku ev proseya referandûmê karîgeriyeke neyînî li ser Tirkiyê bike. Ji ber wê piştgiriya Iraqeke yekpar dike. Herwiha rewşa li bakûrê Surî û mijara PKKê û PYDê van gumanên Tirkiyê

 

 

Fly Erbil Advertisment