Parlamentera HDPê hat binçavkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlamentera Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran li Êlihê hat binçavkirin.
Parlamentera Êlihê Başaran, dema ku xwest ji Êlihê biçe Enqerê, li balefirgeha Êlihê hat binçavkirin.
Hat destnîşankirin, Başaran di dozekê de îfadeya xwe nedaye û derbarê wê de biryara binçavkirinê hatiye dayîn.
Hêzên ewlekariyê Ayşe Acar Başaran birin Dadgeha Êlihê.