Daxûyaniyên PDK-Bakur û PAK liser bibîranîna Enfal a dijî Barzaniyan

K24 – Navenda Nûçeyan

Di roja bibîranîna Enfal a 8 hezar Barzaniyan de. Serokê Giştî yê PDK – Bakur Sertaç Bucak û Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik daxûyaniyên bibîranînê ragihandin.

Ev naveroka her du daxûyaniyên ku gihiştine destê Kurdistan24 in

 Îro rojek herî tarî ya dîroka Kurdistanê ye.

Salvegera Enfal a dijî Barzaniyan!

8 hezar Barzanî bi saxî hatin binax kirin.

Wê roja bi êş bibîr tînim.

Ew dê tu caran neyên jibîr kirin.

Bi serxwebûna Kurdistanê, ew dê vejîn!

Sertaç Bucak

Serokê Giştî yê PDK-Bakur

 Di 34emîn salvegera Enfala 8000 Barzanîyan de, referandûm û îlan kirina serxwebûnê dê ruhê wan û yê hemû şehîdên Kurdistanê şad bike.

Şehîdên Enfala Barzanîyan û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînim

Mustafa Özçelik 
Serokê Giştî yê PAKê

 

Fly Erbil Advertisment