Konsolê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê daxistina sînor red dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Konsolê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê daxwaz ji xelkê Kurdistanê dike ku guh nedin gotinên derbarê girtina deriyên sînorî yên li ser tûra pêwendiyên civakî tên belavkirin.
Konsolê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê Mihemed Akîf ji K24ê re ragihand, derbarê daxistina deriyên sînorî ji aliyê Tirkiyê ve, “Hin kes li tûra pêwendiyên civakî belav dikin û wê pirsê şîrove dikin. Ew axaftin ne rast in, tenê daxuyaniyên fermî yên berpirsên Tirkiyê bila bi cidî bigirin.”