Ensarîoglu: Hevalbendiya AK-Partî û MHPê berdewam nake
Parlementerê AK-Partiyê Galîp Ensarîoglu ragihand, hevalbendiya AK-Partî û MHPê tenê ji bo referandûma 16ê Nîsanê bû.

K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementerê AK-Partiyê Galîp Ensarîoglu ragihand, hevalbendiya AK-Partî û MHPê tenê ji bo referandûma 16ê Nîsanê bû. Ev hevalbendî berdewam nake.
Ensarîoglu di hevpeyvînekê xwe de diyar kir, AK-Partî û MHP du partiyên cuda û rikeberê hevdu ne. Di navbera wan de yekbûneke siyasî nîn e. Hevalbendiya wan tenê ji bo referandûma 16ê Nîsanê bû. Ev hevalbendî berdewam nake.
Li gor Ensarîoglu sedema hevalbendiya AK-Partî û MHPê, HDPê ye. Lewra HDP piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê digel AK-Partiyê ji bo avakirina hikûmetekî hevpeyman piştgiriya wan nekiriye. Herwiha HDP ji bo guhertina yasaya bingehîn ji AK-Partiyê re nebûye alîkar. Ji ber vê yekê ew neçar mane digel MHPê hevalbendî bikin.
Di Referandûma 16ê Nîsanê de AK-Partî û MHPê hevalbendê hev bûn di piştgiriya dengên erê kiribûn. HDP û CHP jî piştevanê dengên na bûn.