Li Tirkiye operasyona berfereh hemberê efserên leşkerî
Li Tirkiyeyê bajarê Îzmîrê ji bo girtina 117 leşkeran operasyonek berfireh destpêkir

K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyeyê bajarê Îzmîrê ji bo girtina 117 leşkeran operasyonek berfireh destpêkir.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ya li dijî Tevgera Fetullah Gûlen de biryara girtina 117 efseran hate dayîn. Polîsên dijîterorê jî avêtin ser 45 mal û avahiyan û heta niha hejmarek zêde efser hatin girtin. Operasyon berdewam dike û hat zanîn efserên ko bergûmanên Tevgera Gûlen in ji sala 2010an ve li Îzmîrê di bin hêzên deryayî, asimanî û bejahî de kar dikin.
Ji hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê ya sala borî heta niha nêzikê 60 hezar kes hatin girtin û praniya wan leşker û karmendên dewletê bûn.