Guardian: Erkê cîhana Rojava parastina Kurdistanê ye

Guardian dinivîse: Erk a wijdanî yê Rojava parastin û hevkariya mezin ligel Kurdan e, ku bûn e armanca hêzên tarî yên hêremê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya navdar a brîtanî Guardian ku di beşê xwe yê Observer (kevntirîn rojnameya yekşemiyan di cîhanê de ye, di sala 1791an hatiye damezrandin û di Guardian de roja yekşemiyan tê weşandin) de gotarek weşandiye û daxwaza piştgiriya referendûma serxwebûna Kurdistanê ji aliyên cîhana Rojava ve kiriye.

Di gotarê de tê diyarkirin, “Kurdan daye xûyakirin ku, hîn ji dema Saddam Husên ve hevkarên Rojava ne. Di vê herêma ku xwedî gelek aloziyên neteweyî, olî, mezhebî ne, xwedî nirxên demokratîk û sekuler in. Brîtanya û hevkarên wê yên Rojava xwedî çi bîrûramanên cuda jî bin li ser referendûma serxwebûnê, erkê wan ê wijdanî parastin û hevkariya mezin ligel Kurdan e, ku bûne armanca hêzên tarî yên hêremê.”

Bûguman wekî hemû mirovan xwedî nasnameyek neteweyî ya taybet, welat, ziman û kultur, Kurd jî xwedî mafên in. Xwediyê destnîşankirina mafên xwe yên çarenivisê û pêşeroja xwe ne. referendûma serxwebûnê ya hefteya berê dive were pîrozkirin, ne dij bê rawestandin!”

 

Fly Erbil Advertisment