Malikî ji bo serokatiya Hevpeymana Nişitmanî hat hilbijartin

Hevpeymana Dewleta Yasa, cîgirê serokê Iraqê Nûrî Malikî ji bo serokatiya Hevpeymana Niştimanî hilbijart.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymana Dewleta Yasa, cîgirê serokê Iraqê Nûrî Malikî ji bo serokatiya Hevpeymana Niştimanî hilbijart.

Li gorî medya Iraqî, serkirderyekî wê hevpeymanê bi navê Ehmed Elkînanî gotiye: "Hilbijartina serokwezîrê berê yê Iraqê, li gorî rêketina di navbera aliyên siyasî de hate kirin ku di nav hevpeymanê de cih digirin."

Serokê berê yê Hevpeymana Niştimanî Emmar Hekîm, di 12/4/2017an de, daxwaz kiribû ku dest bi amadekariyan bê kirin ji bo hilbijartina serokatiyeke nû ji wê hevpeymanê re.

Fly Erbil Advertisment