Şaredarê Akdenîzê hate girtin
Şaredarê Akdenîzê yê ji kar hatiye dûrxistin Mehmet Fazil Turk bi tuhmeta PKKê hate girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şaredarê Akdenîzê yê ji kar hatiye dûrxistin Mehmet Fazil Turk bi tuhmeta PKKê hate girtin.
Di 12ê Çileya 2016an de li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) operasyonên berfireh pêk hatibû û hejmarek zêde kes hatibû girtin. Derbarê Şaredarê Akdenîzê yê ji kar hatiye dûrxistin Mehmet Fazil Turk de jî biryara girtinê hatibû dêrxistin.
Piştî 9 mehan Fazil Turk çû Dadgeha Mêrsînê da ku îfadeya xwe bide. Lê polîsan ew binçav kiribûn. Îro hat zanîn ku Mehmet Fazil Turk bi tuhmeta endamê PKKê hatiye girtin.
Şaredariya Akdenîzê bi ser bajarê Mêrsinê ye û Fazil Turk 13 sal in Seroktiya Şaredariya Akdenîzê kiriye.