Hevserokê Bursa yê HDPê Yuksel Akgun û 8 endamên HDPê hatin girtin
Îro polîsên dijîterorê yên Bursayê, di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya komarê ya Bursayê de, li dijî seokatiya HDPê ya Bursayê operasyonek berfireh destpê kir û girtin ser malan.

K24 – Navenda Nûçeyan
Îro polîsên dijîterorê yên Bursayê, di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya komarê ya Bursayê de, li dijî seokatiya HDPê ya Bursayê operasyonek berfireh destpê kir û girtin ser malan.
Di encamê de Hevserokê Bursa yê HDPê Yuksel Akgun û 8 endamên din yên HDPê hatin girtin.
Endam û rêveberên HDPê yên Bursayê bi bangeşekirinê ji PKKê re hatine tometbarkirin.