Parlemantoyê ji bo 8 mehan temenê xwe dirêj kir
Parlemantoya Kurdistanê bi 60 dengên “Belê” yasaya berdewambûna parlemantoyê pesend kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlemantoya Kurdistanê bi 60 dengên “Belê” yasaya berdewambûna parlemantoyê pesend kir û ji bo dema 8 mehan temenê karê xwe dirêj kir û ta du werzên din berdewam dibe.
Îro 24 Cotmehê, parlemantoya Kurdistanê ji bo guftûgokirina dirêjkirina dema karê xula niha ya parlemantoyê civiya û bi piraniya dengan, ji bo 8 mehên din hat dirêjkirin.
Ji ber sedema pêşkêşnekirina berbijêran ji aliyê lîst û aliyên siyasî ve, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê roja 23 vê mehê ragihand, hilbijartina parlemantoya û serokatiya Herêma Kurdistanê hat paşxistin.
Îro parlemantoya Kurdistanê bi 60 dengên “Belê” û 8 dengên “Na” karê parlemantoyê ji bo 8 mehan dirêj kir.
