2 sal 3 meh sizayê zîndanîkirinê bo Meral Daniş Beştaş
Dadgeheke Tirkiyê, bo Parlamentera HDP Meral Daniş Beştaş, 2 sal û 3 meh sizaya zîndankirinê da.

K24 – Navenda Nûçeyan
Dadgeheke Tirkiyê, bo Parlamentera HDP Meral Daniş Beştaş, 2 sal û 3 meh sizaya zîndankirinê da.
Parlamentera HDP ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, jiber parvekirinên xwe yên torên civakî hat dadgehkirin.
Doza Beştaş, di Dadgeha Esliye ya Edeneyê, bi tometa biçûkxistina dewletê hat dîtin û bo parvekirinên twîtterê 2 sal û 3 meh sizaya zîndankirinê hat dayîn.