"Ger bizav bên kirin Pêşmerge bêtir vekişin wê şer çêbibe."

Agirbesta di nav Hewlêr û Bexdayê de, gellekî sist e û dibe ku têbiçe û heger ev yek bibe, wê encamên xirab jê çêbibin

K24 - Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Amerîka dixwaze roleke çalaktir di danûstendinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bilîze.

Ji aliyê xwe ve nûnera hikûmeta Herêma Kurdistan li Amerîka, Beyan Samî Ebdilrehman, di dîdarekê de li gel rojnameya Washington Times ya Amerîkî, hişyariya têkçûna agirbesta di navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê de da û got: "Heger bizav bên kirin daku Pêşmerge bêtir paşde vekişin, wê şerekî nû destpê bike."

Nûnera hikûmeta Herêma Kurdistan li Amerîka zelal kir, ku ew agirbest gellekî sist e û dibe ku têbiçe û heger ev yek bibe, wê encamên xirab jê çêbibin, ji ber ku hêzên Heşda Şeibî hejmarek mezin ji hêzên xwe, bi armanca lêdana Kurdan, li navçeyên Kurdistanî bicî kiriye.