Îran: Nakokiyên me li gel Tirkiyê derbarê Efrînê kêm bûne

Behram Qasimî: Di Gulana dahatî de, wê hersê serokên Tirkiyê, Îran û Rûsya li bajarê Stenbolê bicivin û mijara serekî ya civînê wê rewşa Sûryê be.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Behram Qasimî ragihand, ku hevrikiyên di navbera welatê û Tirkiyê de, li ser operasyona bajarê Efrînê kêm bûne.

Behram Qasimî eşkere kir, ku di meha Gulana dahatî de, wê hersê serokên Tirkiyê, Îran û Rûsya li bajarê Stenbolê bicivin û mijara serekî ya civînê wê rewşa Sûryê be.

Herwiha Qasimî diyar kir, ku danûstandinên welatê wî derbarê Efrînê, li gel Tirkiyê berdewam in û niha nakokiyên di navbera herdu welatan de kêm bûne.

Berî destpêkirina operasyona (Şaxê Zeytûnê) ya artêşa Tirkiyê li Efrînê, berpirsên mezin yên wî welatî, hevrêzî li gel Rûsya û Îranê û Amerîka kirin, berî niha jî, dema ku Hêzên Şeibî yên ser bi Hikûmeta Sûryê ve, bi rêketinekê li gel YPGê hatin Efrînê, Hikûmeta Tirkiyê fişar li Rûsya û Îranê kir daku nehêlin Hêzên Hikûmeta Sûryê derbasî Efrînê bibin û gefa wê yekê kir, ku heger ew hêzana derbasî Efrînê bibin, wê rastî êrîşên artêşa Tirkiyê bên.   

N.O

Fly Erbil Advertisment