KCK ji çekdarên Kurd yên bi ser Hikûmeta Tirkiyê ve dixwaze ku şerê Efrînê nekin

KCK gef li paswanên gundan kir û got heger paswanên gundan dijî Efrînê şer bikin, ew ji aliyê PKKê ve nayên efûkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevserokatiya Konseya rêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew daxwazê li gundparêzan dikin, ku li Efrînê alîkariya Artêşa Tirkiyê nekin.

KCK di daxuyaniya xwe de dibêje: Divê pasawanên gundan neçin  operasyona Efrînê û nebin hevkarê tawana dewleta Tirkiyeyê.

KCK îro di derbarê operasyona Efrînê de ew daxûyanî belav kir û da zanîn ku artêşa Tirkiyê dixwaze paswanên gundan li hemberî Kurdan bikar bîne. Herwiha Tirkiye dixwaze Efrînê bê Kurd bike û radestî komên çekdar ên nêzîkê xwe bike.

Ji bo rêgirtin li ber wê yekê jî, KCK dibêje, divê paswanên gundan vê qebûl nekin û beşdarî operasyona Efrînê nebin. KCK herwiha gef li paswanên gundan kir û got heger paswanên gundan dijî Efrînê şer bikin, ew ji aliyê PKKê ve nayên efûkirin.

N.O