Mesrûr Barzanî daxwaza cîgirkirina şayisteyên darayî yên Pêşmerge di budceya Iraqê de dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Wezareta Darayî û Şanda Danûstandinê ya Herêmê raspard ku di çarçoveya xerciyên serwerî yên budceya giştî ya Iraqê de, maf û şayisteyên darayî yên Hêzên Pêşmerge bi awayekî fermî bên cîgirkirin.

Li gorî daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo misogerkirina maf û şayisteyên darayî yên Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî Wezareta Darayî û Aborî û Şanda Bilind a Danûstandinê ya Herêma Kurdistanê raspard ku kar ji bo xistina xerciyên Pêşmerge di nava lîsteya "xerciyên serwerî" yên budceya federal de bikin.

Li gorî nivîsa fermî ya Serokatiya Encûmena Wezîran ku bi hejmara 12649 di dîroka 6ê Cotmeha 2026an de hatiye îmzekirin, hatiye tekezkirin ku Herêma Kurdistanê bi rêya para xwe ya di budceya giştî de pişkdariyê di xerciyên serwerî de dike, lewma pêwîst e xerciyên Hêzên Pêşmerge jî bikevin bin vê çarçoveyê.

Di nivîsê de hatiye destnîşankirin, divê di danûstandinên têkildarî budceya federal a sala 2027an de kar bê kirin ji bo misogerkirina mûçe, dermafe û hemû şayisteyên darayî yên Pêşmerge; bi heman pîvanên wekhev ligel hevtayên wan ên di hikûmeta federal de. Herwiha ev biryar pişkdarîkirina di warê proje, perwerde û çekdarkirina hêzên Pêşmerge de jî li xwe digire.

Di beşeke din a vê fermanê de, tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku di qonaxên amadekirin û pesendkirina reşnivîsa budceya 2027an de, hevahengiyeke temam ligel fraksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê bê çêkirin, da ku li Bexdayê bi yekhelwestî berevanî li maf û daxwazên rewa yên Hêzên Pêşmerge bê kirin.