Kemal Kerkûkî: Riya Hewlêr – Kerkûk vekirî ye

Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ragihand, biryara vekirina riya Hewlêr – Kerkûkê hat cibicîkirin û beşê di bin kontrola hêza Pêşmerge de ye vekirî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ragihand, biryara vekirina riya Hewlêr – Kerkûkê hat cibicîkirin û beşê di bin kontrola hêza Pêşmerge de ye vekirî ye.

Kemal Kerkûkî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, wek niyazpakiya hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevahiya riya ku di bin kontrola wê de ye velkir.

Herwiha diyar kir, hin giriftên teknîkî li pêş barhilgiran dimîne, lê bi dilniyayî ew di demeke nêzîk de bê çareserkirin.

Kemal Kerkûkî tekez kir, ew rewşa niha bi vî awayî namîne, yan bi guftûgoyê çareser dibe, yan jî çend riyên din digirine ber.

Amaje bi wê jî kir, biraya vekirina riya Hewlêr û Mexmûr û riyên din yên di bin kontrola hêza Pêşmerge de ne jî vekirî ne.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an riya sereke ya di navbera Hewlêr – Kerkûk û Mexmûr hatin daxistin, biryar bû duh bihata vekirin, lê ji bo îro hat paşxistin.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment