YPG: Me 16 serbazên Tirkiyê kuştine
"Şer û pevçûnên dijwar li navçeyên Şera, Cindirês û Raco berdewam in û firokeyên cengî yên Tirkiyê bi tundî wan deveran bordûman dikin".
K24 - Navenda Nûçeyan
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihandin, ku şervanên wan di çalakiyekê de, li navçeya Şera ya ser bi Efrînê ve, 16 serbazên Tirkiyê kuştine û du çekên giran yên artêşa Tirkiyê ji corê BMB têkşikandine.
Ajansî Hawar ya nêzîkî YPG zelal kir, ku "Şervanên YPG û YPJ, ew çalakî li gundên Çema û Tel Baflon yên devera Şera encam dane".
Li gorî zanyariyên wê ajansê jî, şer û pevçûnên dijwar li navçeyên Şera, Cindirês û Raco berdewam in û firokeyên cengî yên Tirkiyê bi tundî wan deveran bordûman dikin.
Ev yek di demekê de ye, medya Tirkiyê berî niha ragihand, ku artêşa wî welatî bajarokê Raco li bakurê rojavayê Efrînê, kontrol kiriye.
Êrîşa artêşa Tirkiye li ser Efrînê ket roja xwe ya 43yan de û li gorî amaran heya niha zerermendê yekem yê wî şerî welatiyên sivîl yên Efrînê ne, ku heya niha bêtirî 200 welatiyên sivîl şehîd bûne û bi sedan jî birîndar bûne.
N.O