Medya Tirkiyê: Artêşê bajarokê Raco yê ser bi Efrînê ve kontrol kir

Heya niha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kontrolkirina Raco ji aliyê artêşa Tirkiyê ve piştrast nekiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ajansa Anadolê ya Tirkiyê ragihand, ku artêşa wî welatî, li gel çekdarên Artêşa Azad ya Sûryê, karîne bajarokê Raco yê ser bi Efrînê ve kontrol bikin û heya dema amadekirina vê nûçeyê şer û pevçûn li derdora Raco berdewam bûn.

Heya niha jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kontrolkirina Raco ji aliyê artêşa Tirkiyê ve piştrast nekiriye û Ajansa Hawar ya nêzîkî YPG ragihand ku "Li derdora Raco şerekî dijwar di nav şervanên YPG û artêşa Tirkiyê de diqewime".

Bajarokê Raco li bakurê rojavayê Efrînê dikeve û ji destpêka operasyona artêşa Tirkiyê ve li Efrînê, artêşa wî welatî çendîn caran xwestiye wî bajarokî dagîr bike, lê ji aliyê şervanên YPGê ve êrîşên artêşê dihatin têkbirin.

Ev bû nêzîkî meh û nîvekê operasyona artêşa Tirkiyê, bi hevkariya hin ketîbeyên opozisyona Sûryê li Efrînê berdewam e û li gorî amarên Encûmena Tendirustî ya wî bajarî, heya niha bêtirî 200 kesên sivîl şehîd bûne û bêtirî 600 kesên din jî birîndar bûne.

N.O