Ceifer Îmînkî: Vekişîna Kurdan ji Bexdayê baştirîn çareserî ye

Îmînkî: Ne danûstandin û ne jî hilbijartin û ne ti tiştekî din, mifaya Kurdan têde tine ye, lewra dem hatiye ku Kurd biryara xwe ya yekalî bidin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Cîgirê serokê Perlemanê Kurdistanê Ceifer Îmînkî, piştî vegera wan ji Necef û civîna wan li gel hejmarek ji berpirs û lêvegerên mezin yên şî'eyên Iraqê, ji Kurdistan24ê ragihand, baştirîn çareserî ji kêşeya Kurdî re li Iraqê, vekişîna nûnerên Kurdan ji tevahiya piroseya siyasî ya Iraq ye.

Ceifer Îmînkî diyar kir, ku ne danûstandin û ne jî hilbijartin û ne ti tiştekî din, mifaya Kurdan têde tine ye, lewra dem hatiye ku Kurd biryara xwe ya yekalî bidin.

Derbarê rastkirina yasaya xanenişînkirina xwediyên pileyên taybet di pirojeyasaya çaksaziyê de, Îmînkî tekez kir, ku pêwîstiya wê yasayê bi rastkirinê heye.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, firakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê, niha mijûlî amadekirina pirojeyasayekê ye, ji bo rastkirina yasaya çaksaziyê.

N.O