TEVDEM: Rûsya rê daye Tirkiyê êrîşî Efrînê bike

Asya Ebdella: Êrîşên Tirkiyê ji encamên danûstandinên Astana ye, Rûsya di wî kongirî de rê ji Tirkiyê re xweş kiriye ku êrîşî Efrînê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevseroka desteya rêvebir a TEVDEMê Asya Ebdella ji bo medya nêzîkî PYDê ragihand, artêşa Tirkiyê li ber çavên hemû cîhanê, êrîşî Efrînê dike bêyî ku civaka navdewletî ti helwestekê nîşan bide.

Asya Ebdella got: "Êrîşên Tirkiyê ji encamên danûstandinên Astana ye, Rûsya di wî kongirî de, rê ji Tirkiyê re xweş kiriye ku êrîşî Efrînê bike".

Ebdella diyar kir, ku erkê Hikûmeta Sûryê ye, bergiriyê li axa hemû Sûryê bike, lê Hikûmeta Şamê bêyî biryarên derve, nikare ti biryarekê bide.

Berî niha pêwendiyên gellekî baş di nav Rûsya û PYDê û YPGê de hebûn, lê piştî ku YPGê û PYDê xwe nêzîkî Amerîka kirin û di bin navê HSDê de, tevlî Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê bûn, ku Amerîka serkêşiya wê hevpeymanê dike, pêwendiyên YPG û PYD li gel Rûsya ber bi aloziyan ve çûn û di dema dawî gellek caran wezîrê derve yê Rûsya û cîgirê wî, YPG bi hêzên cudaxwaz binav kir û Amerîka tometbar kir, ku wan "cudaxwazan" biçek dike.

N.O