HSD: 21 çekdar û 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Navenda Ragihandina HSDê amara şer û pevçûnên 24 demjimêrên bûrî li navçe û gundên Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand û da zanîn, di şer û pevçûnan de wesaiteke BMB hat teqandin û herî kêm 21 çekdarên opozîsyonê û 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Navenda Ragihandina HSDê amara şer û pevçûnên 24 demjimêrên bûrî li navçe û gundên Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand û da zanîn, di şer û pevçûnan de wesaiteke BMB hat teqandin û herî kêm 21 çekdarên opozîsyonê û 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro ragihand, tevî biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya agirbestê, lê artêşa Tirkiyê bi hemû çekên giran êrîşî ser Efrînê dike û hêzên wan jî neçar in berevaniyê li xwe bikin.
Navçeya Mabeta: Şer û pevçûnên rasterast di navbera şervanên HSDê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ve ta demeke dereng ji şeva bûrî derket. Di heman demê de rastî êrîşên esmanî hat.
Navçeya Şera: Li gundên Baflûn û Çema şer û pevçûnên rasterast di navbera şervanên HSDê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ve ta demeke dereng ji şeva bûrî derket.
Herwiha li gundê Omera jî şer û pevçûn derket û wesaiteke leşkerî ji cura BMB hat armanckirin û bi temamî jinav hate birin û hemû çekdarên tê de hatin kuştin.
Navçeya Raco: Şer û pevçûnên rasterast di navbera şervanên HSDê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ve ta demeke dereng ji şeva bûrî derket Di heman demê de rastî êrîşên esmanî hat.
Li gundê Mosaka şer û pevçûn di navbera şervanên HSDê û hêzên cendirme û polîsa Tirkiyê derket û herî kêm 9 kes ji wan hatin kuştin.
Navçeya Cindirêsê: Ev enî ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê ve aram nebûye. Li gundên Hemîlkê şer û pevçûn derket û di encamê de 3 çekdarên opozîsyona Sûriyê hatin kuştin û 5 çekdarên din jî birîndar bûn.
Li gundê Hecîlerê jî, di encama pevçûnan de 9 çekdar hatin kuştin, ku 2 ji nava wan leşkerên Tirk bûn û 8 çekdarên din jî birîndar bûn.
Navçeya Şiyê: Şer û pevçûnên giran ji destpêka îro ve li wê navçeyê derketine û ta niha berdewam in. Herwiha navçeya Şiyê û gundên derdorê bi giranî tên topbarankirin.
Êrîşa Artêşa Tirkiyê ûgrûpên çekdar ên ser bi wê ve li ser îro di roja 44emîn de berdewam e. Li gor amarên Desteya Tenduristiyê ya Efînê, ji encama wê êrîşê 212 welatiyên sivîl şehîd bûne û 621 sivîlên din jî birîndar bûne.
S.B