Efrîn: 212 welatiyên sivîl şehîd bûne

Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê amara qurbaniyên di encama êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ragihand, ji destpêka ragihandina agirbestê li seranserî Sûriyê ji aliyê Encûmena Asayişa Navdewletî ve, 33 welatiyên sivîl li Efrînê şehîd bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê Encêla Reşo îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê di 20ê Çileya bûrî ve, ta niha 212 welatiyên sivîl şehîd bûne, ji nava wan 28 zarok û 25 jin in.

Herwiha Encêla Reşo diyar kir jî, ta îro jî 621 welatiyên sivîl birîndar bûne, ji nava wan 76 zarok in û 82 jî jin in.

Ragihand jî, tevî biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya agirbestê, lê artêşa Tirkiyê bi hemû çekên giran êrîşî ser Efrînê dike û ji destpêka ragihandina agirbestê ve 33 welatiyên sivîl şehîd bûne.

Encêla Reşo amaje bi wê yekê jî kir, ji ber êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê û dengên topbaran, bombebaran û firokeyan hejmarek mezin ji zarok û jinan rastî nexweşiya derûnî bûne.

Êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve îro ketiya roja 44emîn. Hevseroka Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê da zanîn, tîmên wan bi hemû erkên xwe radibin, lê pêwîstiya wan bi dermanan heye.

S. B