Kesayetiyê Kurd Hacî Ebdilqadir Gurî koça dawiyê kir

Kesayetiyê Kurd û yek ji endamên destpêkê yên Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê Hacî Ebdilqadir Gurî îro li nexweşxaneyeke Almanyayê koça dawiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kesayetiyê Kurd û yek ji endamên destpêkê yên Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê Hacî Ebdilqadir Gurî îro li nexweşxaneyeke Almanyayê koça dawiyê kir.

Hacî Ebdilqadir Gurî ku yek ji endamên destpêkê yên Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê bû, di sala 1933an li gundê Eyn Dîwarê yê ser bi Dêrika Hemko ve jidayik bû û bi damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê di sala 1957an de tevî nava rêzên wê partiyê.

Hacî Ebdilqadir Gurî ji ber karê xwe yê siyasî û Kurdayetiyê di jiyana xwe de rastî gelek dûvçûn û astengiyan ji aliyê hikûmetên Sûriyê ve hat û di sala 1962an de ligel serkirdatiya partî hatibû zîndankirin.

Hacî Ebdilqadir Gurî ku berî demekê li Herêma Kurdistanê bû û ji bo çareseriya tenduristiyê çû Almanyayê û îro li nexweşiyeke Almanyayê koça dawiyê kir.