Fîlmê Pêşmerge li Kongressa Amerîkî tê pêşkêşkirin
Biryar e fîlmê “Pêşmerge” ê derhênerê navdar ê Fransî Bernard Henri Levy li Kongressa Amerîkî bê pêşkêşkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e fîlmê “Pêşmerge” ê derhênerê navdar ê Fransî Bernard Henri Levy li Kongressa Amerîkî bê pêşkêşkirin.
Biryar e roja sêşemê 6 Adarê demjimêr 19:00 fîlmê Pêşmerge li nava Kongressa Amerîkî bi amadebûna hejmarek ji kongressman û sînatorên Amerîkî bê pêşkêşkirin.
Fîlmê Pêşmerge behsa qehremaniya Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de dike.

Berê jî roja 28ê Mijdara 2017an ew film li baregeha Netewên Yekgirtî li New Yorkê bi amadebûna nûner û dîplomasiyên welatên cîhanê hatibû pêşandan.
Fîlmê Pêşmerge sala bûrî li festival “Cannes” a sînemayê jî hatibû numayişkirin.

Derhênerê fîlmê Pêşmerge Bernard Henri Levy yê firansî ye û yek ji piştevanên serxwebûna Kurdistanê ye û di dema birêveçûna referandûma serxwebûna Kurdistanê serdana Herêma Kurdistanê kiribû û çavdêriya wê proseyê kiribû.
S. B