Wek îro serhildana Başûrê Kurdistanê destpê kir

Di 5 Adara sala 1991ê de, raperîna gelê Kurdistanê li dijî rêjîma Be'is a Iraqê destpê kir û di yekem roja raperînê de, devera Ranya û Qeladizê hatin azadkirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro 27 sal di ser destpêkirina raperîna gelê Herêma Kurdistanê re li dijî rêjêma Be'is derbas bû, ku di wê serhildanê de, gelê Kurdistanê karî ji bo yekemcar piraniya axa Herêma Kurdistanê ji destê rêjêma Be'isa Iraqê azad bike.

Di 5 Adara sala 1991ê de, raperîna gelê Kurdistanê li dijî rêjîma Be'is a Iraqê destpê kir û di yekem roja raperînê de, devera Ranya û Qeladizê hatin azadkirin û piştre naznavê dergeha Raperînê li Ranya hat kirin.

Raperîna gelê Kurdistanê, bi piştevaniya hêzên Pêşmerge bû, ku ji encama zulm û zordariya rêjîma Be'is li dijê gelê Kurd ew raperîn destpê kir û di encama serketina wê de, piraniya axa Başûrê Kurdistanê di demeke kin de hat kontrolkirin û hukmê dagîrkariyê bidawî hat.

Salekê piştî raperînê, serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê, dest bi têstkirina riya demokratiyê kir ji bo birêvebirina îdara Başûrê Kurdistanê, di 19/5/1992an de, ji yekem car di dîrokê de, hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê hatin encamdan û ev yek wek destkefteke giring ya gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê tê hejmartin, ji ber ku ew yekem car bû di dîrokê de, Kurd dibin xwedî perleman û hikûmetek taybet bi xwe, di dema çend salên rêveberiya Başûrê Kurdistanê de, wek Herêmeke federal, ji bilî encamdana pirojeyan di tevahiya waran de, serkirdatiya siyasî ya Kurd karî, di warê dîplomasî de, pêwendiyan li gel welatên cîhanê berfireh bike û mafên gelê Kurd bi navendên biryarên siyasî yên cîhanê bide nasîn.

Tevî ku niha jî Herêma Kurdistanê, ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve di bin dorpêçê de ye û kirîza diravî hiştiye ku piraniya xelkê Herêma Kurdistanê di rewşeke xirab de bijîn, lê xelk bi azadî dijîn, herwiha bi hevberî li gel navçeyên din yên Iraqê, rewşa aramî û ewlehî li Herêma Kurdistanê bi gellekî ji ya navçeyên Iraqê baştir e.

N.O