Hikûmeta Esed bê perê rê ji mişextên Efrînê re venake
Hêzên Hikûmeta Sûryê rê li ber mişextên Efrînê yên berê xwe dane Helebê venake, heya ku her kesek ji 1000 heya 2200 Dolarên Amerîkî radestî wan neke.
K24 - Navenda Nûçeyan
Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, ku hêzên Hikûmeta Sûryê rê li ber mişextên Efrînê yên berê xwe dane Helebê venake, heya ku her kesek ji 1000 heya 2200 Dolarên Amerîkî radestî wan neke.
Li gorî Riwangeha Sûrî diyar kir, ku ev yek astengiyeke mezin ji xelkê re çêdike û ew kesên ku ew pere bi wan re nebe nikarin ji Efrînê derkevin.
Tevî ku heya niha Hikûmeta Esed, Sûrya wek yek dewlet û xwedî serwerî dibîne û welatiyên Kurd jî wek welatiyên Sûrî binav dike, lê ne di êrîşa ser navçeyên Efrînê de wek pêwîst bi hewara wan ve çû, ne jî di warê alîkarîkirina mişextan de li gorî pêwîst alîkarî kiriye.
Êrîşa artêşa Tirkiyê û ketîbeyên ser bi opozisyona Sûryê ve, ket roja xwe ya 45an de û li gorî dawîn amarên Encûmena Tendirustiya Herêma Efrînê, heya niha 212 welatiyên sivîl şehîd bûne û bêtirî 600 welatiyên din jî birîndar bûne, ji bilî wan jî hejmarek mezin ji xelkê wan deverên şer li wan heye, ji malên xwe reviyane û mişext bûne, lê rêjîma Sûryê bê pere ne amade ye pêşwaziya wan mişextan bike.
N.O