Pişkê Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê hat zêdekirin
Parlemantoya Iraqê şaşîtiyek di nava yasaya budceyê de serast kir û bi vê yekê jî pişka Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê hat zêdekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlemantoya Iraqê şaşîtiyek di nava yasaya budceyê de serast kir û bi vê yekê jî pişka Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê hat zêdekirin.
Endamê Komîta Darayî di Parlemantoya Iraqê de Mesûd Heyder di daxuyaniyekê de belav kir, “Me bi nivîsekê daxwaz ji serokatiya parlemantoyê kir, ew şaşîtiya di diyarkirina budceya qerebûkirina fermanberan û jê jî fermanberên Herêma Kurdistanê de heye bê çareserkirin, ku li şûna 2 tirlyon Dînar bibe 3 tirlyon Dînar.”
Aşkere kir jî, piştî çareserkirina vê şaşîtiyê, pişkê Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê dibe 7 tirlyon û nîzîkî 600 milyon Dînar, bi vê jî pişka Herêma Kurdistanê dibe ji sedî 14.
Parlemanterê Kurdistên da zanîn jî, sibe Sêşemê li Parlemantoya Kurdistanê derbarê budceya Iraqê û pişka Herêma Kurdistanê civîneke hevbeş di navbera parlemanterên Kurd ên li Bexdayê û parlemantên Kurdistanê de encam dide.
S. B