Tirkiye ji Salih Mislim nagere

Tirkiyê ji Almanyayê daxwaz kir ku endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim bigire û radestî Tirkiyê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiyê ji Almanyayê daxwaz kir ku endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim bigire û radestî Tirkiyê bike.

Li gor nûçeya ajansa “Anadolu” a Tirkî ku ji çavkaniyên dîplomatîk girtiye, hikûmeta Tirkiyê bi armanca dadgehkirina endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim daxwaz radestkirina wî ji berpirsên Almanyayê kiriye û Wezareta Dadê ya Tirkiyê ragihand, ew di hewlên xwe yên radestkirina Mislim de berdewam in.

Di roja 25ê Sibata derbasbûyî de, desteserkirina Mislim li bajarê Prag paytexta Komara Çek hat ragihandin. Medyaya PYDê li ser wê yekê aşkere kir, Salih Mislim bi mebesta beşdariyê di konfiransekê de serdana Çekyayê kiribû û li ser daxwaza Tirkiyê hatibû desteserkirin.

Salih Mislim piştî 3 rojan li cem polîsê Çekî girtî ma û di roja 27ê Sibata 2018an de dadgeha Pragê biryara azadkirina wî bi kefalet da.

Salih Mislim ku ji Çekyayê çûbû Almanyayê, parêzerê wî Miroslav Krutin da zanîn, Mislim ji Çekyayê derket û got: "Mislim karnameyek ji bo karên xwe li Ewropa amade kiriye û çendîn gotar û civînan debarê pirsa şerê li dijî DAIŞê û rewşa Kurdan lidar dixe.

 

S. B