Artêşa Tirkiyê gundekî Efrînê da ber topan: 10 qurbanî

Artêşa Tirkiyê gundê Firêriyê ya ser bi navçeya Cindirêsê ve topbarana kir, di encamê de ta niha 2 şehîd û 8 birîndar hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê gundê Firêriyê ya ser bi navçeya Cindirêsê ve topbarana kir, di encamê de ta niha 2 şehîd û 8 birîndar hene.

Peyamnêrê K24ê li Efrînê Mihemed Bilo da zanîn, di encama topbarana artêşa Tirkiyê li ser gundê Firêriyê de 2 kesên sivîl şehîd bûn, yek ji wan zarok bû û 8 sivîlên din jî birîndar bûn

Ev yek di demekê de ye, ku îro êrîşa artêşa Tirkiyê li ser gund û navçeya Efrînê gelekî bi giranî bû, ku li navçeya Cindirêsê 13 welatiyên sivîl şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn.

Herwiha li navçeya Raco jî otombîleke sivîlan hate armanckirin û di encamê de pîrejineke 90 salî şehîd bû û 21 sivîl jî birîndar bûn.

Êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê îro di roja 45emîn de berdewam e. Hevseroka Encûmena Tenduristiyê duh ji K24ê re gotibû, ji destpêka êrîşa Tirkiyê û ta duh ve 212 welatiyên sivîl şehîd bûne û 621 sivîl jî birîndar bûne.

 

S. B