Pentagon: Operasyona Tirkiyê şerê DAIŞê rawestand

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê, operasyona wan a li rojhilatê çemê Ferêt ya li dijî DAIŞê rawestand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê, operasyona wan a li rojhilatê çemê Ferêt ya li dijî DAIŞê rawestand.

Peyvdarê Pentagonê kolonel Robert Manning di konferanseke rojnamevanî de ragihand, operasyona bijahî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li rojhilatê çemê Ferêt bi rê ve dibir, bi awayekî demkî hatiye rawestandin.

Kolonel Robert Manning got jî, hîna pêwîstiya Amerîka bi HSDê heye ji bo kontrolkirina navçeyên Sûrî yê hîna di destê DAIŞê de mane.

Peyvdarê Pentagonê kolonel Robert Manning
Peyvdarê Pentagonê kolonel Robert Manning

Ji aliyê xwe ve, peyvdarê din ê bi navê Pentagonê Adrian Rankine-Galloway jî got, artêşa Amerîka dît ku şervanên HSDê dest ji şerê li dijî DAIŞê berdidin û ber bi navçeyên din ve diçin ku dibe Efrîn be.

Artêşa Tirkiyê ji 20 Çileya 2018an ve ligel çekdarên opozîsyona Sûriyê dest bi operasyoneke leşkerî li dijî Efrînê kir, YPG, YPJ û HSDê jî girîngiyê didin rûbirûbûna artêşa Tirkiyê û berevaniya di ber Efrînê de, fermandarên Amerîkî jî dibêjin, operasyona Tirkiyê girîngiya li ser şerê DAIŞê têk daye.

Şervanên YPJ û YPG
Şervanên YPJ û YPG

Her di wê derbarê de, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîka general Joseph Votel berî hefteyekê li ser operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê hişyarî da Tirkiyê û got, operasyona Tirkiyê li dijî Efrînê serinca şervanên HSDê ji ser şerê li dijî DAIŞê biriye û hejmarek ji şervanan ber bi Efrînê ve çûne.

HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka ji meha Îlona 2017an ve dest bi operasyona “Bagera Cezîrê” li rojhilatê çemê Ferêt kiribû, ji bo kontrolkirina hin navçeyên ku hîna di destê DAIŞê de mene.

 

S. B