Şandeke Kurdistanê bo dosyeya jenosîda Êzîdiyan çû Fransa
Şandeke hikûmeta Kurdistanê bo dosyeya jenosîda Kurdên Êzîdî serdana Fransayê dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şandeke hikûmeta Kurdistanê bo dosyeya jenosîda Kurdên Êzîdî serdana Fransayê dike.
Berpirsê rizgarkirina revandiyên Êzdiyan Husên Qaidî ji “BasNewsê” re got, şandeka hikûmeta Kurdistanê ji bo nasandina karesata bi serê Êzîdiyan de hatiye wek jenosîdê serdana Fransayê kiriye.
Husên Qaidî ku yek ji endamên wê şandê ye got da zanîn, dê bi dozgeriya giştî ya Fransayê û bi rayedarên Wezareta Navxwe ya Fransayê re hevdîtinan bikin û dosyeya jenosîda Êzîdiyan bişopîne.
Wî endamê şanda hikûmeta Kurdistanê da zanîn, dê belge û agahiyan li ser komkujiyên ku DAIŞê aniye serê Kurdên Êzîdî bidin Fransiyan, da ku ew zilma ku hatiye serê Êzîdiyan, wek jenosîd bê qebûlkirin.
Di sala 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî Şingalê kirin, ji bilî dagîrkirin û wêrankirinê, Kurdên Êzîdî bikomî kuştin û bi hezaran jî revandin.
Berî demekê jî Qeymeqamê Şingalê Miheme Xelîl ragihandibû, ji sala 2015an ve û ji dema kontrolkirina Şingalê ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve zêdetir ji 37 gorên bikomî li navçeyên cuda yên Şingalê hatine dîtin, ku piraniya qurbaniyên wan goran Kurdên Êzîdî ne.
S. B