Artêşa Tirkiyê xizmeta telefonan jî li ser Efrînê biriye
Artêşa Tirkiyê hemû westgeh û bircên pêwendiyên telefonan li Efrînê jinav birin, ji bo ku pêwendiyên Efrîniyan bi cîhana derve bibire.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê hemû westgeh û bircên pêwendiyên telefonan li Efrînê jinav birin, ji bo ku pêwendiyên Efrîniyan bi cîhana derve bibire.
Peyamnêrê K24ê li Efrînê Mihemed Bilo da zanîn, ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ji 20 Çileya bûrî ve, artêşa Tirkiyê bircên pêwendiyên telefûnî teqandin, ji bo ku pêwendiyên xelkê Efrînê bi cîhana derve nemîne.
Herwiha da zanîn jî, îstixbarata Tirkî hemû Serverên Internetê yên yên taybet yên kompanyayên Tirkî yên ku xizmeta Internetê didan Efrînê jî, li ser Efrînê birîne.
Peyamnêrê me diyar kir, ta niha westgeha gundê Xelîl Gulko, birca gundê Bêxçe, bircê li gund Mûskê û westgeha gundê Qitmê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine teqandin û xizmeta her duh hêlên telefonan ên“Syriatel û MTN” li ser tevahiya Efrînê hatine birîn.