Navenda Efrînê hat topbarankirin.. Birîndar hene
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve navenda bajarê Efrînê dide ber topon û di encamê de birîndar hene.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve navenda bajarê Efrînê dide ber topon û di encamê de birîndar hene.
Peyamnêrê K24ê li Efrînê da zanîn, berî bîstekê çend topên artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê ketin, di encamê de û ta niha 2 zarok birîndar bûne.
Diyar kir jî, ew her du zarok Nazliyê Henan ya 10 û Emel Hesen ya 14 salî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneya Avrînê hatin veguhstan. Li gor bijîşkan ji peyamnêrê me re dane zanîn, ku niha rewşa her du zarokan cîgir e.
Êrîşa artêşa Tirkiyê îro di roja 46emîn de li ser Efrînê berdewam e, duh jî êrîşên herî giran yên artêşa Tirkiyê li ser navçeyên Efrînê bûn, ku li gor zanyariyan 16 welatiyên sivîl şehîd bûn û zêdetir 30 welatiyên din jî birîndar bûbûn.
S. B