HSD hêzeke xwe ji Dêra Zorê ber bi Efrînê ve birê dike
Ebû Umer Idlibî: Egerek mezin heye piştî vekişyana me ji bereyên şer yên Dêra Zorê, çekdarên DAIŞê li wan deveran bihêztir bibin, ji ber ku vekişyana hêzên me wê valahiyekê li wan bereyan çêbike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Nûçegihanê K24ê ji Reqayê ragihand, ku hêzek binavê (Hêzên Şoreşgerî) ku piraniya şervanên wê xelkê Idlib û Helebê ne û di bin siya HSDê de li rojhilatê çemê Firatê şerê DAIŞê dikir, biryar daye ku ji bereyên şer yên Dêra Zorê vekişe û berê xwe bide Efrînê daku li gel şervanên YPGê berevaniyê di ber wî bajarî de bike.
Fermandarê (Hêzên Şoreşgerî) Ebû Umer Idlibî di daxuyaniyeke taybet de ji nûçegihanê K24ê re got: "Em li Dêra Zorê şerê çekdarên DAIŞê dikin û li navçeyên Efrînê, artêşa Tirkiyê şerê malbatên me dike, ji ber vê yekê jî me biryar da, ku em herin Efrînê û berevaniyê di ber malbatên xwe de bikin".
Li gorî zanyariyên nûçegihanê K24ê, (Hêzên Şoreşgerî) ji (Ceyş El-Siwwar) û (Lîwaya Şîmal ya Demokratî) pêk tê, ku hejmara wan jî 1200 şervan e.
Derbarê bandora vê biryarê li ser şerê li dijê çekdarên DAIŞê, Ebû Umer Idlibî ji Nûçegihanê K24ê re got: "Egerek mezin heye piştî vekişyana me ji bereyên şer yên Dêra Zorê, çekdarên DAIŞê li wan deveran bihêztir bibin, ji ber ku vekişyana hêzên me wê valahiyekê li wan bereyan çêbike".
Operasyona artêşa Tirkiyê li Efrînê ket roja xwe ya 46an de, li gorî dawîn amarên Encûmena Tendirustî ya Efrînê, heya niha 212 welatiyên sivîl şehîd bûne û bêtirî 600 welatiyên din jî birîndar bûne.
N.O