"Amerîka riya diyalogê di nav Hewlêr û Bexdayê de xweş dike"
Peyvdara wezareta derve ya Amerîka: Me riya danûstendinan di nav Hewlêr û Bexdayê de xweş kiriye û pêwîst e herdu alî lihev bikin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Derbarê kêşeyên di nav Hewlêr û Bexdayê de û pesendkirina budceya Iraqê. Peyvdara wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert di kongirekî rojnamevanî de, bersiva pirsa peyamnêra Kurdistan24ê da û got: "Pêwîst e Hewlêr û Bexda bihev re kar bikin û bi diyalogê kêşeyan yekalî bikin, Amerîka riya danûstendinan di nav Hewlêr û Bexdayê de xweş kiriye û pêwîst e herdu alî lihev bikin".
Heather Nauert got jî: "Ji wan karên giring li cem me, ew e ku pêwîst e Kurdistan û Bexda bihev re kar bikin, gellek pirs hene me behsa wan kiriye, ku divê herdu alî li ser wan lihev bikin, lê heya niha lihev nekirine. Peywendiyên me yên baş li gel Kurd û li gel Iraqiyan jî hene, em wan han didin ku kêşeyên xwe çareser bikin".
Derbarê budceyê Nauert diyar kir, ku ew kêşeyeke di nav herdu aliyan de û Amerîka ti bizavekê berbiçav nake, lê em piştevaniya Hikûmeta Iraq û Kurd dikin, ji bo wê kêşeyê çareser bikin".
Navhatî dubare tekez kir, ku pêwîst e Hewlêr û Bexda bêtir karên hevbeş bikin û diyalogê bêtir bikin ji bo çarekirina wan kêşeyên ku di nav wan de hene. Bê guman jî, Amerîka derfet û mercên pêwîst ji bo diyalogê peyda kiriye".
Daxuyaniyên peyvdara wezareta derve ya Amerêka di demekê de ne, ku duh serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, di kongirê rojnamevanî yê heftane de ragihand, ku ew bi niyet in, berî cejna Newrozê firîngehên Herêma Kurdistanê vekin û mûçeyên fermanberan bişînin.
N.O