Tirkiye ligel Qibris û Yunanistanê ber bi krîzek nû ve diçe

Nakokiyên navbera Tirkiye û Yunanistanê, Tirkiye û Qibrisê dibe sedemê krîzeke navnetewî

K24 – Navenda Nûçeyan

 Nakokiyên navbera Tirkiye û Yunanistanê, Tirkiye û Qibrisê dibe sedemê krîzeke navnetewî. Dema Komara Qibrisê xwest bi rêya Kompaniya Îtalî dest bi lêkolîna gaza siruştî bike, keştiyên şer yên Tirkiyê bûn asteng. Pişt re ExxonMobile biryara lêkolînan da û Fîloya 6emîn ya Amerîka tevî balefir û keştiyên şer hat Qibrisê û hember Tirkiyê parêzvaniya derxistina gaza siruştî dike. Ev mijar nakokiyên navbera Tirkiye û Amerîkayê kûrtir dike.

Komara Qibrisê beyî ku Tirkiyê agahdar bike, 10 deverên Dorava Qibrisê wek Heremên Aborîya Taybet ragehandin. Bi Kompaniya ENI ya îtalî re rêkeft û dest bi lêkolîna gaza siruştî kir. Tirkiye, bi hinceta ku 6 deverên wan hatine dagirkirin, keştiyên şer şandin deverê û lêkolîn asteng kirin.

Piştî vekişîna ENI, Kompaniya Amerîka ExxonMobile tîm û alavên lêkolînê şandin deverê. Hat ragehandin bo parastina wan jî Hêzên Deryayî Fîloya 6emîn şand Rojhelatê Derya Naverast. Di nav de 4 keştiyên şer yên mezin, balefirên şer, mûşek, helîkopter balefirên çavdêrî hene. Bi rêya vê rewşa Sûriyê jî tê kontrolkirin.

Herweha li deverê Misir, Îsraîl û Yunanistan jî dest bi lêkolînan kirin e û aloziya navbera wan û Tirkiyê her diçe kûrtir dibe.

Di çarçoveya germbûna dorava Qibrisê de, Serokwezîrê Qibrisa Bakur serdana Tirkiyê kir û bi Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim re civiya.

Serokomariya Tirkiyê dibêje,  agahiyan wan heye ExxonMobile hatiye deverê lê Fîloya 6emîn hê li deverê bicîh nebûye.

Ligor Serokomariya Tirk: "…Komara bakurê Qibrisê û aliyê başûr bi awayek hevbeş divê karê xwe bimeşînin. Aliyê Başûr, vê binpê dike. Hin deverên aborî yên wan û yên me dikevin nav hev. Heta îro me çawa mafên welatiyên Qibrisa Bakur parastine, emê ji vir pê ve jî biparêzin. Emê serî li hemû rêyan bidin."

Fîloya 6emîn ya Amerîkayê, beriya 52 salan hatibû Stenbolê û li wê derê ji hêla ciwan û xwendekarên çepgir ve rastî şermezarkirinê hatibû. Lêkolerên Tirkiyê dibêjin, wê demê keştiyên şer yên Amerîka bo dostaniya hikûmeta Tirkiyê hatibûn, niha bo astengkirina hikûmetê tên û diyar e, Tirkiye di gavên xwe yên Rojhelata Navîn û Derya Naverast de, tenê dimîn e.

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment