TEVDEM: Divê Amerîka beramberî Kurdên Sûryê bi helwest be

Aldar Xelîl: Êrîşên Tirkiyê şervanên HSD neçar kiriye xwe ji Dêra Zorê vekişînin û ber bi Efrînê ve biçin û ev yek wê rê li pêşiya vegera DAIŞê xweş bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevserokê Tevgera Civaka Demokrat TEVDEM Aldar Xelîl, di hevdîtinekê de li gel rojnameya The Washington Post ya Amerîkî de, rexne li nêzîkbûna Amerîka û Tirkiyê kir û got: "Kurdên Sûryê dibin qurbanî". 

Aldar Xelîl behsa wê yekê kir, ku ji ber êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê, Hêzên Sûrya Demokrat neçar bûn xwe ji Dêra Zorê vekişînin û ber bi Efrînê ve biçin û hişyarî derbarê valahiya ku wê li Dêra Zorê çêbibe da û got: "Wê ew yek rê li pêşiya vegera DAIŞê xweş bike".

Xelîl dilgiraniya xwe li ser siyaseta Amerîka da xuyakirin û got: "Ev çend hefte ne, Tirkiyê wek hevpeymana Amerîka û NATOyê, êrîşî Efrînê dike û Amerîka bê helwest e û helwesta xwe guhertiye, em daxwaza helwesteke zelal beramberî şerê li Efrînê ji Amerîka dikin".

Operasyona (Şaxê Zeytûnê) ya artêşa Tirkiyê bi hevkariya hin ketîbeyên opozisyona Sûryê, di 20ê Çileya derbasbûyî de, destpê kir û roj biroj hejmara qurbaniyên sivîl zêde dibe, di dawîn amarên Encûmena Tendirustiya Herêma Efrînê de, hatiye ku 212 welatiyên sivîl şehîd bûne û bêtirî 600 welatiyên din jî birîndar bûne, ku di nav wan de jin û zarok jî hene.

Herwiha hejmareke mezin ji xelkên gundewarên bakurê Efrînê ji gundên xwe mişext bibûn, li gorî raporeke Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, hêzên rêjîma Sûryê li gundewarê bakurê Helebê, rê nadin malbatên mişextên Efrînê ku derbasî cihên aram yên di bin desthilata wan de bibin, heya ku serê yek kesî ji 1000 heya 2200 Dolarên Amerîkî wernegire.

N.O