HSD nema li bendî civaka navdewletî dimîne

Fermandeyekî HSD: Kişandina hêzên me wê bandorê li ser şerê dijî DAIŞê bike û astengiyê ji operasyonan re, li dijî wan çekdaran li Dêra Zorê derxîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) ragihand, ev bû bêtirî mehekê ew li bendî civaka navdewletî ne, ku li ser Efrînê helwestekê bide, lê niha ew nema li bendî wê helwestê dimînin û ewê hêzên xwe ji sengerên şerê dijî DAIŞê ber bi Efrînê ve bişînin.

Fermandeyê giştî yê (Hêzên Şoreşger) yên ser bi HSDê ve Ebû Umer Idlibî ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ku ev bû bêtirî 45 rojan em li sengerên şerê li dijî DAIŞê li bendî helwesta civaka navdewletî bûn, ku êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê rawestîne, lê mixabin hemû welatan bêdengî hilbijartin, lewra em neçar in hêzên xwe ji rojhilatê çemê Firat bikişînin û ber bi Erfînê ve bişînin".

Ebû Umer Idlibî diyar kir, ku kişandina hêzên wan, wê bandoreke nerînê li ser şerê dijî DAIŞê bike, ji ber ku niha operasyon li dijî çekdarên wê girûpê li Dêra Zorê berdewam in û çekdarên DAIŞê jî li ser êrîşên xwe yên li dijî navçeyên di bin destê HSDê de berdewam ni.

Fermandeyekî din yê HSD bi navê Luqman ji Kurdistan24ê re got: "Kişandina hêzên me wê bandorê li ser şerê dijî DAIŞê bike û astengiyê ji operasyonan re, li dijî wan çekdaran li Dêra Zorê derxîne".

Du rojan berî niha Hêzên Sûrya Demokrat (HSD), eşkere kir ku wan dest bi veguhestina 1700 şervanên "Hêzên Şoreşger" ji Reqa û Dêra Zorê kirine û dê wan ber bi Efrînê ve bişînin, daku li gel hêzên YPG beşdariyê di berevaniyê di ber Efrînê de bikin.

N.O