Washington: Em rewşa Efrînê ligel Tirkiyê dinirxînin

Wezareta Derve ya Amerêka hişyarî da, çûna beşek ji şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bo Efrînê, dê bandorê li ser şerê li dijî DAIŞê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerêka hişyarî da, çûna beşek ji şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bo Efrînê, dê bandorê li ser şerê li dijî DAIŞê bike.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerêka Heather Nauert di konferanseke rojnamevanî de Tekez kir, hebûna Amerîka li Sûriyê ji bo jinavbirina yekcarî ya DAIŞê ye, lê çûna beşek ji şervanan HSDê bo Efrînê dê bandorê li ser şerê li dijî DAIŞê bike.

Di bersiva peymanêrê K24ê ya derbarê xistina fişarê li ser Tirkiyê ji bo rawestandina operasyona li dijî Efrînê de, Heather Nauert got, mijara Efrînê di civînên van du rojan a di navbera berpirsên Amerîkî û Tirkî de dê were gotûbêjkirin û nirxandin.

Hêzek ser bi HSDê ku li rojhilatê çemê Ferêt şerê DAIŞê dikir, ji berî du rojan ji eniyên Dêra Zorê vekişiyan û berê xwe da Efrînê, da ku ligel şervanên YPGê berevaniyê di ber wî bajarî de bike.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê, ew hêz bi navê Hêzên Şoreşgerî tê nasîn û ji Ceyş El-Siwar û Lîwaya Şîmal ya Demokratî pêk tê, ku hejmara wan jî 1200 şervan e berên xwe dane Efrînê.

Her di wê derbarê de û berî çend rijan jî Peyvdarê Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) kolonel Robert Manning ragihandibû, operasyona bijahî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li rojhilatê çemê Ferêt bi rê ve dibir, bi awayekî demkî hatiye rawestandin.

Artêşa Tirkiyê ji 20 Çileya 2018an ve ligel çekdarên opozîsyona Sûriyê dest bi operasyoneke leşkerî li dijî Efrînê kir, YPG, YPJ û HSDê jî girîngiyê didin rûbirûbûna artêşa Tirkiyê û berevaniya di ber Efrînê de, fermandarên Amerîkî jî dibêjin, operasyona Tirkiyê girîngiya li ser şerê DAIŞê têk daye.

Li gor amarê fermî jî, di encama êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê de, ta niha 227 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 650 welatiyên din jî birîndar bûne, ku hejmarek mezin ji qurbaniyan zarok û jin in.

 

S. B