Jinên Efrînê banga rawestandin êrîşê Tirkiyê dikin
Bi boneya roja Jinê ya Cîhanî, bi hezaran jinên Efrînê meşek li navenda bajêr bi rê ve birin û tê de piştevaniya xwe ji xebata jinên cîhanê û bi taybetî jinên Efrînê dan xuyakirin û herweha şervanên YPJê ku niha li qada şer û pevçûnan de ne silav kirin.
K24 - Efrîn

Di meşa jinan de, dezgehên rewşenbîrî û rêxitinên jinan û beşdar bûn. Herweha heyeta ku di demeke berê de ji herêma Cizîrê, gihîştibûn bajêr tevlî jinên Efrînê bûn û dengên xwe bi hev re bilind kirin û bang li civaka navdewletî kirin, ta êrîşa artêşa Tirkiyê ya li ser Efrînê rawestînin..
Di heman demê de jî, firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê li ezmanê bajêr digeriyan û top li derdora bajarê Efrînê diketin, lê jinan bi moraleke bilind û tilîliyan tekezî li ser serkeftina Efrînê dikirin.