Tenduristiya Efrînê: 230 welatiyên sivîl şehîd bûne
Encûmena Tenduristiyê yê Efrînê hejmara qurbaniyên di encama êrîşa artêşa Tirkiyê de bûne aşkere kir, ta niha 230 welatiyên sivîl li Efrînê şehîd bûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Tenduristiyê yê Efrînê hejmara qurbaniyên di encama êrîşa artêşa Tirkiyê de bûne aşkere kir, ta niha 230 welatiyên sivîl li Efrînê şehîd bûne.
Hevseroka Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê Encêla Reşo îro ji K24ê re ragihand, ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê di 20ê Çileya bûrî de, ta niha 230 welatiyên sivîl şehîd bûne û 668 welatiyên sivîl birîndar bûne.
Herwiha Encêla Reşo diyar kir jî, li hin deverên ku şer û pevçûn tê de rû didin û topbaran û bombebarana artêşa Tirkiyê lê berdewam dibin, tîmên wan nikarin bigihin wan deveran, ji ber wê jî eger heye hejmarek din ji şehîd û sivîlan di xaniyên wêranbûyî de mebin.
Ragihand jî, tevî biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya agirbestê li seranserî Sûryê, lê artêşa Tirkiyê bi hemû çekên giran di êrîşa xwe li ser Efrînê û gundên Efrînê de berdewam e.
Encêla Reşo amaje bi wê yekê jî kir, ji ber êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê û dengên topbaran, bombebaran û firokeyan hejmarek mezin ji zarok û jinan rastî nexweşiya derûnî bûne.
Êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve îro ketiya roja 49emîn. Hevseroka Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê da zanîn, tîmên wan bi hemû erkên xwe radibin, lê pêwîstiya wan a bilez bi dermanan û pêwîstiyên bijîşkî heye.
Her di wê derbarê de, peyamnêrê K24ê li Efrînê jî da zanîn, îro di encama topbarana artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê li ser gundê Enabkê de, 2 welatiyên sivîl bi navê (Ehmed Îsa û Ehmed Xilêf) şehîd bûn.
S. B