Hikûmeta Tirkiyê: Rê nadin Fransa hevkariya YPG bike
Hikûmeta Tirkiyeyê neraîzbûnên tund li banga navbeynkariyê ya Serokomarê Fransayê Emanuel Macron nîşan dide û daxwaza danûstandinê ya ligel YPGê red dike.

K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyeyê neraîzbûnên tund li banga navbeynkariyê ya Serokomarê Fransayê Emanuel Macronî nîşan dide û daxwaza danûstandinê ya ligel YPGê red dike.
Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyê Bekîr Bozdag li hejmaraxwe ya tûra civakî “Twittir” ragihand, banga Serokê Fransayê piştgirîkirina terorê ye û Emmanuel Macro ligel rêxistinên terorê yên êrîşê Tirkiyê dikin di nav hevakariyê de ye.
Bekîr Bozdag got jî, ew kesên ku ligel terorîstan êrîşê Tirkiyê dikin dê wekî terorîstan bibin armanca Tirkiyê. Çawa ku Amerîka nekarî PYD, YPG û HSDê veşêre, Emanuel Macron jî nikare bi daxuyaniya xwe ya wekî “Me gerentiya piştgiriyê daye Kurdan” PYD û YPGyê veşêre.
Serokomarê Fransayê Emanuel Macron di navbera Tirkiye û HSDê de banga navbeynkariyê li Tirkiyeyê kiribû, lê Tirkiyê li ser zarê Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kali new navbênkarî red kiribû.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron soza da fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Hêzeke leşkerî bişîne Minbicê û rê li ber çûna artêşa Tirkiyê ji nava Minbicê re bigire.
Koşka Elysee di wê derbarê de ragihand, Emmanuel Macron pêşwazî li şandeke Kurd û Erebên Sûriyê kir û pêşniyaza navbînkariyê di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir.
Li gor daxuyaniyeke Serokatiya Fransayê jî, Macron piştevaniya xwe ji bo aramiya bakurê Sûriyê tekez kiriye.
Ev soza Fransayê piştî wê tê, artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di roja 18ê Adarê bajarê Efrînê dagîrkirin, Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan got, ew ji piştî Efrînê biçin Minbicê.
S. B