Rafîdeyn: Yekem Partî li Kurdistanê PDK ye
Piraniya beşdarbûyên rapirsiyê, liser asta herêma Kurdistanê dibînin ku, Partiya Demokrat a Kurdistanê di pileya yekem de tê

K24 – Navenda Nûçeyan
Dezgeha Rafîdeyn ji bo diyalogê, derbarê rêjeya dengê aliyên siyasî di hilbjartinên dahatî yên Parlementoya Iraqê de rapirsîyek encam da ye. Piraniya beşdarbûyên rapirsiyê, liser asta herêma Kurdistanê dibînin ku, Partiya Demokrat a Kurdistanê di pileya yekem û Hevpeymaniya ji bo Demokrasî û Dadperweriyê jî, bi pileya dûyem tê.
Liser asta Iraqê jî, beşdarbûyan çaverê dikin, di nava aliyên Şî'e de Hevpeymaniya Serokwezîrê Iraqê û di nava Sunne jî, Hevpeymaniya Niştimanî, bi Serokayetiya Eyad Elawî piraniya kursiyên Parleman bi dest dixe.
C.B