650 çekdar û malbatên din li Efrînê bicîh kirin
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku, karwanekî çekdarên Opozîsyona Sûriyê ku derdora 650 çekdar û malbatên wan li xwe digirt, ku ji gundewarê Şamê hatin e derxistin gihiştin Efrînê

K24 – Navenda Nûçeyan
Di dema 24 demjimêran de din, du karwanên xelkên ku ji Şamê têne derxistin gihane Efrînê.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku, karwanekî çekdarên Opozîsyona Sûriyê ku derdora 650 çekdar û malbatên wan li xwe digirt, ku ji gundewarê Şamê hatin e derxistin gihiştin Efrînê.
Rewangehê da zanîn ku, sibeha Înê jî, karwanekî din yê wan çekdaran gihiştibû Efrînê.
Ev demeke çekdarên opozîsyona Sûriyê ligel malbatên xwe li devera Efrîn a Rojavayê têne bicih kirin.
Rewşa guherîna demografiya Efrînê piştî dagîrkirina Efrînê ji alî Tirkiye û çekdarên bi ser ve xûrt bûye û hêzên navdewletî tu helwêstek berçav liser erdê nagrin ber.
Ji alikî ve xelkê Efrînê koçber bûn e û rê bo wan nayê dan vegerin mal û warên xwe, li aliyê din çekdarên Ereb ligel malbatên xwe li Efrînê tên bicîh kirin.
C.B