Li Kilîsê 5 kes li ber lehiyê çûn
Li Mêrdînê jî, li gel baranê mij û mûran jî hebû, wê yekê jiyana welatiyan gellekî asteng kiriye, bitaybet jî çûnûhatina xelkê asteng kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan
Li hin bajarên Bakurê Kurdistanê, ji ber baranbarîna zêde lehî rabû.
Li bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê, 5 kes li ber lehiyê çûn, piştî ji nav avê hatin derxistin, ew ji bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.
Herwiha ji ber baranê riya Kilîs û Dîlokê di bin avê de ma û gellek otombêl jî binav bûn.
Ji ber lehiyê bizav û piroseyên rizgarkirinê jî bi zehmetî meşiyan û kesên di nav otombêlan de asê mabûn ji bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.
Li Mêrdînê jî, li gel baranê mij û mûran jî hebû, wê yekê jiyana welatiyan gellekî asteng kiriye, bitaybet jî çûnûhatina xelkê asteng kiriye.
N.O