Serok Barzanî û Elawî hevkêşeya siyasî ya nû gotûbêj dikin

Serok Mesûd Barzanî û Serokê Îtîlafa Wetenî ya Iraqê civiyan di civînê de encamên Helbijartinên Parlamentoya Iraqê gotûbêj kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî û Serokê Îtîlafa Wetenî ya Iraqê civiyan di civînê de encamên Helbijartinên Parlamentoya Iraqê gotûbêj kirin.

Malpera Fermî ya Serok Barzanî belav kir, roja şemiyê 19.05.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Eyad Elawî Serokê Îtîlafa Wetenî ya Iraqê kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û derencamên hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê (Parlemantoya Iraqê) gotûbêj kirin û ronahî jî xistin ser qonaxa piştî hilbijartinê û hevkêşeyên siyasî yên nû, herwiha pêşeroja pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de.

Hilbijartinên parlemantoya Iraqê roja 12ê Gulanê bi rê ve çû, piştî şeş rojan jî Komisyona Bilind a Serbixwe a Hilbijartinên Iraqê bi fermî encamên dawî ragihandin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê bi rêjeya dengan li ser astê Iraqê carem e û li ser astê Herêma Kurdistanê yekem e.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment