Ayhan Bilgen: Erdogan dawîbûna desthilatdariya xwe ragihand
Partiya Demokratîk a Gela (HDP) bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dide û dibêje: Pirsa Kurdî dawî nehatiye lê dawiya desthilatdariya Erdogan hatiye.

K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokratîk a Gela (HDP) bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dide û dibêje: Pirsa Kurdî dawî nehatiye lê dawiya desthilatdariya Erdogan hatiye.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan duh li bajarê Diyarbekirê gotibû, êdî pirsa Kurdî hatiye çareserkirin û tenê pirsa terorê maye.
Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen jî îro di konferanseke rojnamevanî de bersiva Erdogan da û got, heta niha siyasetmedarên ku hewl dane pirsa Kurdî bi rê û rêbazên leşkerî çareser bikin û pirsa Kurdî redkirin, dawiya desthilatdariya xwe anîn. Niha jî pirsa Kurdî dawî nehatiye, lê dawiya desthilatdariya Erdoganî hatiye.
Ayhan Bîlgen got: “Birêz Serokomar duh dawîbûna pirsa kurdî ragihand. Lê Erdogan bi vê peyama xwe dawîbûna desthilatdariya xwe ragihand. Lewra wî gotibû ew dê pirsa kurdî çareser bike, lê heta niha tiştek nekir. Siyasiyên berî niha yên bi rê û rêbazên leşkerî nêzikê çareserkirina pirsa kurdî bûbûn encamek çawa ji hilbijartinan bidestxistibin, dê Erdogan jî heman encamê bidest bixe.”
S. B