Agir bi daristana Şera ya Efrînê ketiye

Ji sê rojan ve agir bi daristana navçeya Şera ya Efrînê ketiye, ta niha bi hewla vemirandina wî agirî bi kedên welatiyên navçê tê dayîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji sê rojan ve agir bi daristana navçeya Şera ya Efrînê ketiye, ta niha bi hewla vemirandina wî agirî bi kedên welatiyên navçê tê dayîn.

Jêderekî ji navçeya Şera ji K24ê re ragihand, ji berî sê rojan ve agir bi awayekî rojane bi daristana navçeya Şera ya li derdora gola Meydankê dikeve û dengên teqeyan jî li nêzîkî daristanê jî tê bihîstin.

Got jî, ta niha ew agir bi karînên kêm ên Berevaniya Sivîl a li navçeya Şera û keda welatiyên navçeyê tê vemirandin. Lê hejmarek mezin ji daran tên şewitandin.

Da zanîn jî, Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, hemû dezgehên xizmetguzariyê û berevaniya sivîl ji kar ketine, heger çi agirek li çi cihekî pêkeve, ti tîmeke agirkuj û hawarhatinê li Efrînê û navçeyên wê nemane ku bi hawara welatiyan ve bên.

Wî jêderî amaje bi wê yekê kir jî, ta niha nayê zanîn sedema pêketina agir çi ye. Lê hin gotegot hene dibêjin ku agir bi mebest bi wê daristanê dikeve, ji ber ku hin alî hene dixwazin li wê di daristanê mal projeyên geştiyariyê ava bikin. lê ta niha rastiya wan gotegotan nayê zanîn.

Daristana navçeya Şera li nêzîkî gol û bendava Meydankê ye, cihê wê ji bo geştiyariyê gelekî lêhatiye û berê jî hin projeyên geştiyariyê yên biçûk û hin xwaringeh lê hebûn.

 

S. B