ENKS girtina endamên xwe ji aliyê PYDê ve bikarekî terorî binav dike

Îro sibeha asayişa li Qamişlo bav û birayê şehîdê Pêşmergeyê Roj (Şêrzad Meisûm Mihemed) li taxa Xerbî desteser kirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Emîndariya giştî ya ENKS di daxuyaniyekê de ragihand, ku Çarşema derbasbûyî derengê şevê girûpeke çekdar ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê ve, serokê xwecihiya wê ya Qamişlo û endamê desteya şêwirdariyê ya Partiya Demokrat a Kurdistana Sûryê Mihemed Deham Eyo girtin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

ENKS di daxuyaniya xwe de ew kar şermezar kir û bi karekî terorî binav kir û daxwaza berdana hemû girtiyên xwe kir.

Herwiha Encûmena Kurdî di dawiya daxuyaniya xwe de, daxwaz ji hêzên niştimanî û yên civaka sivîl û aliyên Kurdistanî kir, ku fişaran li PYDê bikin daku hemû girtiyên wan bên berdan û kiryarên PYDê yên ku civakê ji hev dixin, rawestînin.

Îro sibeha jî, asayişa li bajarê Qamişlo girte ser mala endamê Komîta Herêmî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûryê Meisûm Mihemed û piştî ew desteser kirin, ew ji bo cihekî nediyar birin.

Derbarê wê yekê, Partiya Yekîtî di daxuyaniyekê de, ragihnd ku "Asayişa PYDê li Qamişlo, îro destê sibehê, bi sê otombêlan girtin ser mala Meisûm Mihemed û kurê wî yê tekane û 17 salî jî desteser kirin".

Mesûm Mihemed bavê Şehîdê Pêşmerge (Şêrzad Meisûm Mihemed)e, ku di nav hêzên Pêşmergên Roj de, li eniya Şingalê di şerê li dijî DAIŞê de, roja 12 Mijdara 2015an, li gel hevalê xwe Ehmed Bozan Qiço şehîd bû.

N.O